Salvegera damezrandina QSD’ê

Endama Fermandariya Giştî ya QSDʹê Newroz Ehmed ji bo salvegera damezrandina QSD’ê axivî û diyar kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker ew ê têkoşînê xurt bikin û got: ”Em ê pergala xwe ya parastinê xurt bikin û di qadên dîplomasî, leşkerî de bixebitin da ku van herêmên dagirkirî rizgar bikin.” 

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî salvegera damezrandina QSD’ê ji ANHA’yê re axivî.

Newroz Ehmed: Li ser daxwaza hemû pêkhateyan QSD hat avakirin

Newroz Ehmed destpêka axaftina xwe de balkişand ser sedema damezrandina QSD’ê û ev tişt anî ziman:

”Piştî rizgarkirina Kobanê planên me yê rizgarkirina herêmên din jî ji DAIŞ’ê hebû.

Xelkê wan herêman jî ji me dixwestin ku em wan perwerde bikin û wan ji bo rizgarkirina herêmên wan amade bikin.

Ji bo vê jî me pêwîstî bi avakirina sîwanek dît ku hemû pêkhateyan û komên leşkerî bigire nava xwe.”

Newroz Ehmed: QSD’ê karîbû gelek deveran ji DAIŞ rizgar bike

Newroz Ehmed sereftinên ku QSD’ê bi dest xistiye jî bibîrxist û got: ”QSD’ê karîbû gelek deveran ji DAIŞ’ê rizgar bike.

Ji wan jî Hol, Bendava Tişrîn, Şedadê, Silûk, Minbic, Tebqa û Reqa jî hebûn. Cihê herî dawî jî Dêra Zorê bû.”

Newroz Ehmed: Xeteriya DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye

Newroz Ehmed behsa şerê li dijî DAIŞ’ê û yên ku destekê didin van çeteyan jî kir û wiha dewam kir:

”Şerê me yê li dijî DAIŞʹê berdewam dike. Tevî ku DAIŞ di aliyê cografî de hatiye bidawîkirin, lê xetereya wî hîna heye.

Alîgirên wê û kesên ku dixwazin dewleta xîlafetê ava bikin hene. Ji ber wê jî DAIŞ di nava hewla kontrolkirina hin herêman dike.

Ev yek di mehên derbasbûyî de ji cîhan re eşkere bûn.

Ji bo DAIŞ bi temamî tune bibe divê hevkariya me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re dewam bike.”

Newroz Ehmed: Tirkiye dixwaze DAIŞ’ê vejîn bike

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan jî endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê ev tişt anî ziman:

”Dema ku em serkeftinê li dijî çeteyn DAIŞʹê pêk tînin, êrişên dagirkeriyê dest pê dikin.

Me ev tişt li Kobanê û dema pêngava me ya dawî ya li Dêrazorê dît. Me dît çawa Tirkiyê êrişî Efrînê kir.

Dema ku çeteyên DAIŞʹê lawaz dibin dewleta Tirk destwerdanê dike û li ber çavê tevahî cîhanê êrişên xwe zêde dike.

Ev êrişên Tirkiye hewldanek ji bo vejandina DAIŞʹê ye. ”

Newroz Ehmed: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed soza bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da û wiha bi dawî kir:

”Parastina gelên herêmê, jiyana azad, rêxistinkirina civakê û parastina wê berpirsyariyên pêşîn ên hêzên me ye.

Ji ber vê yekê rizgarkirina herêmên dagirkirî armancên me yên girîng e. Ji bo van armancan em têkoşînê xurt dikin.

Em ê pergala xwe ya parastinê xurt bikin û di qadên dîplomasî, leşkerî de bixebitin da ku van herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Avakirina QSD’ê

Back to top button