Li dijî gel û Gerîla karanîna çekên kîmyewî

Înîsiyatîfa Defend Kurdistan diyar kir ku hêzên navdewletî ji ber ku çaven xwe ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re digrin, dewleta Tirk sala 2022 herî zêde çekên kîmyewî bikar anî.
Însiyatîfê bang li hêz û rêxistinên dijî karanîna çekên kîmyewî kir ku bi erka xwe rabin, pêşî li sûcên dewleta Tirk bigrin.
Her wiha însiyatîfê li dijî sûcên dewleta dagirker bang li hemû kesî kir ku bi awayekê hevgirtî tevbigerin û çalakiyan li dar bixin.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakur, Başûr, Rojava û li dijî gerîla û gelên sivîl çekên Kîmyawî bikartîne.

Herî dawî jî sûcên dewleta dagirker li herêmên parastina Medya hat belgekirin.

Înîsiyatîfa Defend Kurdistan bi karanîna çekên Kîmyawî li dijî Gerîla û sivîlan şermezarkir û got:

Bala civaka navneteweyî li ser şerê Ûkraynayê ye.

Dewleta Tirk jî di vê demê de herî zêde çekên kîmyewî li dijî gerîla kar anî.

Însiyatifa Defend Kurdistan: Dewleta Tirk cesaretê ji bêdengiyê digre

Divê civaka navneteweyî li dijî sûcên dewleta tirk çavên xwe negrin, binpêkirinê wê veneşêrin.

Însîyatîfê bê dengiya rêxistinên hiqûqê mîna saziya Pêşî Lêgirtina Bikaranîna Çekên Kîmyawî-OPCW’ê şermezarkir û ev tişt got:

“Rêxistina OPCW raporên rojnamevan û lêkolîneran qebûl nake.

Heta nimûneyên çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li qadên gerîlayan ên li Başûrê Kurdistanê bikaranî bû red kir.

Ev jî hêz dide dewleta Tirk ku bêyî metirsiya hesabdayînê bike, sûcên şer dewam dike.”

Însiyatifa Defend kurdistan diyar kir ku her çendî ev hêzên berpirsiyar çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk re bigrin jî lê ew li hember sûcên dewleta Tirk ku 4 beşên kurdistanê pêktîne bêden nemînin.

Însiyatifa Defend Kurdistan: Bêdengiya OPCW hevkariya wî nîşan dide

Însiyatifa Defend kurdistan daxuyakirin ku bêdengiya hêz û rêxistinên eleqedar hevkariya wan nîşan dide.

Di dawiya daxiyaniyê de Însiyatîfê anî ziman ku divê Civaka navneteweyî sûcên dewleta tirk ên bikaranîna çekên kîmyewî cidî bigire û zextê li Tirkiyê bike da ku vê sûcên xwe rawestîne..

Her wiha însiyatîfê li dijî sûcên dewleta dagirker bang li hemû kesî kir ku bi awayekê hevgirtî tevbigerin û çalakiyan li dar bixin.

Back to top button