Kamûran Berwarî: Nexşeya îro senaryoya 2017’an e

Di deberê guhertina herî dawî ya siyasta Îraqê de Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî axivî.
Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku ger desthilata Başûrê Kurdistanê bi vê sîstem û hişmendiya niha berdewam bike, li ser asta neteweyî wê karesatên ji yên 2017’an mezintir bê serê wê. 

Têkildarî salvegera dagirkirina Kerkûkê ji aliyê arteşa Iraqê û Heşdî Şabî ve Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ANHA’yê re axivî.

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku di encama plana referandumê de Kerkûk û herêmên din hatine dagirkirin.

Berwarî diyar kir ku ger desthilata Başûrê Kurdistanê bi vê sîstem û hişmendiya niha berdewam bike, li ser asta neteweyî wê karesatên ji yên 2017’an mezintir bê serê wê.

Berwarî: Hikumeta Başûr ji bindestiya Kurkûkê berpirs e

Berwarî destnîşan kir ku bandora dagirkirina Kerkûkê li ser Başûrê Kurdistanê gelekî zêde ye û wiha pê de çû:

“Ji bo axa Kerkûk, Mûsil, hinek deverên din, Şengalê, Xaneqîn û Mendeliyê vegerînin ser axa Kurdistanê.”

Hewldanên dewleta Tirk ên li Kerkûkê

Berwarî, derbarê rola dewleta Tirk di dagirkirina Kerkûkê de û planên wê di rewşa niha de ev tişt got:

“Dewleta Tirk û Tirkmen di tevlîhevkirina Kerkûkê de roleke dilîze. Tirkiye hewl dide hinek hêzên alternatîf ji Haşdî Şabî û leşkerên Iraqê li Kerkûk û Mûsilê çêke.

Di dawiyê de Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Kamûran Berwarî anî ziman ku divê tevahî gelê Iraqê ji bo astengkirina hewildanên derxistina şerê di navbera Kurd û Ereban gavên pratîk û bibandor biavêjin.

Back to top button