Meclisa Rêvebera Cizîrê êrîşa li ser Zirganê şermezar kir

Li dijî van êrişên dagirkeran hêrs û nerazîbûna gelên herêmê jî zêde dibe. Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, Nivîsgeha Karûbarên Olan a herêma Cizîrê û Eşîra Cewala, êrîş şermezar kirin û bang li hêzên garanator kirin ku bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku qaşo di bin navê Îslamê de tevdigerin rojane êrîşê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin, sivîlan qetil dikin û mala wêran dikin.

Vê carê êrîşî Mizgefta bajaroka Zirganê jî kirin û her wiha gelek sivîl jî şehîd kirin.

Derbarê vê êrîşê de Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, daxuyaniyek da.

Meclisa rêveber di daxuyaniyê de êrîş şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û hêza garantor (Rûsya û Amerîka) kir ku helwesta xwe nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin ku şahiyên sersalê veguherînin dûayan û serdana goristanên şehîdan bikin.

Nivîsgeha Olan: Divê oldar li hember êrîşên Tirkiyê bdeng nemînin

Girêdayî mijarê Nivîsgeha Karûbarên Olan a herêma Cizîrê jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê nivîsgehê, Mihemed Ehmed ve li goristana Şehîd Ismaîl a li navçeya Amûdê hat dayîn.

Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî mizgefta Zirganê şermezar kir û bang li dewletên garantor kir ku bi erka xwe rabin.

Ehmed di dawiyê de jî bang li hemû oldarên cîhanê kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin.

Eşîra cewala li dijî êrîşan banga hevgirtinê kir

Têkildarî heman mijarê, Rûspiyê eşîra Cewala Ebdurehman Reşîd jî axivî.

Reşîd diyar kir ku hevbendiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, misogeriya parastina yekitiya xaka Sûriyê ye.

El-Reşîd li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir.

Reşîd diyar kir ku divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî fitneyan hişyar bin û li dijî êrîşên dewleta Tirk, banga hevgirtinê kir.

Back to top button