
Îro roja dawî ya sala 2021’an e. Di rojeke wiha de gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi xemgîniya ji ber komkujiyên Kobanê û Zirganê xatirê xwe ji sala 2021’an dixwazin. Di rojek wiha de jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bê navber dewam kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê îro careke din êrişî gundên navçeya Şera, Til Rifet û gundên Eyn Îsayê kirin. ANHA yê jî dîmenên wêraniya ji ber êrişên li ser Zirganê weşand.
Her roj artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî herêmê dikin.
Dagirkeriat Trik îro danê esrê gundên Kefer Enton, elqemiya û Merenaz ên bi ser navçeya Şera û BAlafirgeha Minnix û gundê Minnix ên li Şehbayê topbaran kir.
Danê piştî nîvro jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Til Rifetê, gundên Bêlûniyê û Şêx Îsa yên Şehbayê bi obus û moşekan bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku di encama topbaranê de ziyanên madî gihaştin mal û milkên şêniyan.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa topbaran kir
Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker gundên Hîşe, Fatsa, Cehbel û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kir.