Koçberên Serê Kaniyê li kampa Waşûkanî li dijî êrişan meşiyan

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Zirgan û Til Temirê, dewam dikin. Koçberên Serê Kaniyê yên li Kampa Waşûkanî dimînin, bi meşekê êriş şermezarkirin. Komteya Gaziyan Efrînê û Kongreya Star jî derbarê êrişan de dan.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê hêrsa gelê herêmê zêde bûye.

Koçberên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û li kampa Waşûkanî ya Hesekê dimînin, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê daketin qadan.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê pêşiya navenda meclisa kampê kom bûn û dest bi meşê kir.

Piştî meş veguherî mîtîngê, hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Elaa Cemîl Elî bi navê koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê hate şeremzarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hate kirin ku li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, bi erkên xwe rabin.

Komteya Fecir Efrîn a gaziyan êrişên li ser herêmê şermezar kir

Komteya Fecir Efrîn a Gaziyan jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser Ziragan û Til Temirê şermezar kir.

Bi dehan endamên Komeleya Fecir Efrîn li kampa Berxwedan a Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ bi dagirkeriya Tirk re hate şermezarkirin û bang rayadarên li PDK’ê hate kirin ku cenazeyên gerîlayên ku şehîdkirin, radest bike.

Kongra Star li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişa li ser herêmê şermezar kir

Kongreya Star li Kantoan Hesekê jî bi daxuyaniyekê êrişên dakirkeriya Tirk li ser Zirgan û Til Temirê şermezar kir û

bang li hemû jinên herêmê kir ku li dijî êrişên dagikeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Saziyên Malbatên Şehîdan li Hesekê, Dirbêsî û Til Temirê êriş şermezar kir

Meclisên navçe û bajarên Hesekê û Saziyên Malbatên Şehîdan li Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê jî bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa li ser Zirganê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrişên li ser herêmê hate şermezarkirin û jê hate xwestin ku li beramberî sûcên têne kirin helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button