Rûsya bi fuze û balafirên bê mirov êrîşî paytexta Ukrayna kîevê kir

Hat ragihandin ku Rûsyayê bi fuzeyên balîstîk êrîşî paytext Kîevê û bi balafirên bêmirov ên cureya “Şahed”ê jî li herêma Odessa kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi şev bi balafirên bêmirov û fuzeyên balîstîk êrîşî axa Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku 10 balafirên bêmirov ên bi tîpa “Şahed” hatine tesbîtkirin û hat diyarkirin ku hema hema hemû balafirên bêmirov li herêma Odessa hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin Rûsyayê li gorî saeta herêmî saet 03.00’an de li dijî Kîevê êrîşeke fuzeyî pêk aniye.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Her 10 hedefên ku li ser rêya Kîevê di gerokeke balîstîk de difiriyan, ji aliyê yekîneyên dijî hewayî yên hêzên hewayî ve hatin xistin.”

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko diyar kir ku di encama ketina parçeyên mûşekên rûsî yên xwarê de 6 jê zarok 51 kes birîndar bûne.

Joe Biden û Zelenskî li Qesra Spî civiyan

Back to top button