Di daxuyaniya Komîteya Dewletê ya Berpirsiyarê Welatiyên Girtî, Winda û Rehîn ên Azerbeycanê de hat ragihandin ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de leşkerên girtî teslîmî hev hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser sînorê her du welatan 32 leşkerên Ermenîstanê teslîmî rayedarên welêt hatin kirin û Ermenîstanê jî 2 leşkerên Azerbaycanê teslîm kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkerên Ermenî yên li aliyê Azerbaycanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan û di pêvajoya teslîmkirinê de tu bûyerek çênebû.
Di daxuyaniya hevpar a Serokatiya Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenîstanê ya 7’ê Kanûnê de, di encama hevdîtinên ku di navbera Bakû û Erîvanê de hatin kirin de, ji bo xurtkirina baweriyê di navbera her du dewletan de lihevkirinek hat kirin.
Hat ragihandin ku Bakûyê biryara berdana 32 leşkerên Ermenî daye û Yêrîvanê jî wek nîşana mebestên baş biryara berdana 2 leşkerên Azerbaycanê daye.