Rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin

Di ser erdheja navenda wê Mereş a bakurê Kurdistanê re meh derbas bûn, lê hîna jî birîngên gel ne hatine pêçan.
Platforma Lêkolînên Koçberiyê têkildarî erdhejê raporek belav kir.
Platformê diyar kir ku ji bo her bajarê vî welatî li dijî erdhejê pêwîste tevdîr bên girtin.

Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamya, Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Çûkûrovayê û Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê ku di Platforma Lêkolînên Koçberiyê de cih digirin, têkildarî erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, rapora çavdêriyê ya hevpar amade kiribû eşkere kir.

Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê li avahiya xwe ya li Wanê daxuyanî da.

Endam û rêveberên komeleyê tev li bûn û Hevserokê Komeleyê Azad Kalkan rapor xwend.

Komeleya Şopoandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamya raporê li avahiya xwe ya li Amedê rapora xwe eşkere kir.

Endam û rêveberên komeleyê tev li civînê bûn û serokê komeleyê Veysel Moray rapor xwend û qala tiştên di heyama erdhejê de qewimîne kir.

Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Çûkûrovayê li avahiya xwe ya li Mêrsînê bi civînek çapemeniyê rapora xwe eşkere kir.

Endam û rêveberên komeleyê, rêveberên HDP’ê tev li civînê bûn û Hevseroka Komeleyê Besîme Gulhan Yag Demîr raporê xwend.

GOÇÎZDER jî rapora xwe li avahiya xwe ya li Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir.

Kandal: Avahiyên ji bo mexduran tên çêkirin wê bi salan dirêj bike

Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal daxuyanî da û bal kişand ser tiştên di erdhejên li 11 bajaran de qewimîne û wiha got:

“Wê cihên ji bo mexdûran tên çêkirin, dê zû temam nebin.

Wê çêkirina wan dereng bikeve û çend salan dewam bike.

Divê bajarên me hem wek avahiyan hem jî wek fizîkî bên avakirin û ji bo vê yekê avahiyên me, binesaziya me û aboriya me heye.”

Kandal: Divê hemû pêkhateyên di avakirina bajar de cihê xwe bigrin

Kamîle Kandal xemsariya rejîma deshilat ya li pêşberî mexdurên erdhejê bibîr xist û ev tişt anî ziman:

“Me şîna xwe bi hev re girê da.

Lê me xemsariyan, kesên xemsar tevgeriyan ji bîra neiriye.

Ji bo ev erdhej carek din çênebin divê li her bajarê welatê me li dijî erdhejê tevdîr bên girtin.

Divê hemû pêkhateyên wan bajaran ji bo avakirina wan bajaran di avakirinê de cih bigire.”

Back to top button