Li Şehbayê tecîrda li ser rêber Apo bi meşekê hat şermezarkirin

Li Şehbayê bi sedan jin li dijî tecîrda li ser rêber Apo meşiyan û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Bi sedan endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên Efrînê bi meşekê tecrîda li ser rêber Apo şermezar kir.

Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir û li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.

Di mitîngê de endamên Kordînasyona Kongreya Star Eyşe Mihemed li ser tecrîdê axivî û got,

“Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me jî dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin.”

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada li dijî tecrîdê banga xurtkirina asta tekoşînê kir.

Back to top button