Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir.
Di heman wextî de jî gundên kantona Şehbayê dan ber topan.
Li gorî ajansa Hawarê hat zanîn ku îro şemiyê di saetên piştî êvarî de artêşa Tirk navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Tê gotin ku bi dehan top li jîngehên sivîlan ketine.
Hat diyarkirin ku 3 top li navenda leşkerên Rûsyayê ketine.
Di heman wextî de Artêşa Tirk gundên din ên Şehbayê dan ber topan.
Artêşa Tirk gundên Zîwan, Neyrebiyê û Til Medîq ên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Êrîşa dagirkeriya Tirk jîngehên sivîlan kirin hedef.