Li Îranê di mehekê piraniya wan kurd 225 kes hatin girtin

Li Rojhişatê Kurdistan û Îranê hat zanîn ku tenê di meha Tîrmehê de herî kêm 225 kes di nava wan de 58 kurdin hatine girtin.
Çalakgereke jin ku beşdarî serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû got: “Ez dixwazim li ser hemû dîwaran ‘Jin jiyan azadî’ binivîsînim.”

Li Rojhişatê Kurdistan û Îranê hat zanîn ku tenê di meha Tîrmehê de herî kêm 225 kes di nava wan de 58 kurdin hatine girtin.

Dane li gora meha berê wê derket holê rêjeya girtiyan ji sedî 34 zêde bûye.

Li gorî zanyariyên ku hatine bi dest xistin, di meha Tîrmehê de ji ên ku hatine girtin herî kêm 131 Kurd û 10 Belucî ne.

Di nava kesên hatin girtin de 29 jin û 7 zarok jî hene.

Li welat 16 çalakvanên olî hêjmarek zêde xwendekar û akademisyen jî hatine girtin.

Di heman demê de di nav de 8 rojnameger û 7 hunermend jî hene.

“Ez dixwazim li ser hemû dîwaran jin jiyan azadî binivîsînim”

Çalakiyên ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, belavî hemû qadên jiyanê bû.

Jinên ku pêşengiya serhildanên bi dirûşma “Jin jiyan azadî” kirin, bi biryar in ku vê dewletê biguherînin.

Tevî hemû zextan jî jin banga azadiyê dikin.

Çalakgereke jin ku beşdarî serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû got:

Ez dixwazim li ser hemû dîwarên cîhanê ‘Jin jiyan azadî’ binivîsînim.

Ji ber ku ez bawer im em ê bigihîjin vê dirûşma ku me nivîsandiye.

Dewlet her dem jinan paşguh dike.

Ez ji dil bi şoreşa jinan bawer im. Ez serkeftinê pir nêzîk dibînim.

Bi nivîsê ez bi bîr tînim ku serhildan berdewam dike.

Çakakgera Îranî bi bîr xist ku salvegera kuştina Jîna Emînî nêz dibe û wiha anî ziman:

Niha divê em derba dawî lêxin.

Divê hemû çîn bibin yek.

Şoreşa Jinan bi pêşengiya wan hat meşandin lê divê bibe sedema azadiya tevahî civakê.

Jinên Îranî azad in, civaka bi jinên azad dikare bigihîje azadiyê.

Back to top button