Libnanî di salvegeera sêyem a teqîna bendera Beyrûtê de ye

Sê sal berê di rojeke weke îro de li paytexta Libnanê Beyrûtê teqînek mezin rû da.
Di encama teqînê de bêtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn.
Malbatên qurbaniyan jî daxwaza darizandina berpirsan dikin.

Di 4’ê Tebaxa 2020’an, li bendera Beyrûtê teqîneke mezin rûda.

Di encamê de, bêtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn.

Ev bûyer îro 3’ê salên xwe tejî dike.

Teqîna li benderê, di dîroka Libnanê de teqîna herî mezin bû.

Piştî teqîn û wêraniya ji ber wê pêk hatî, heta niha Libnan komî serhev nebûye.

Ji ber zextên siyasî û hiqûqî lêpirsîn hatine rawestandin û ji ti kesî hesab nehatiye pirsîn.

Lê malbatên qurbaniyan û kesên birîndar daxwaza lêpirsîna navneteweyî dikin.

Dixwazin kesên berpirsên teqînê bên darizandin.

Back to top button