TIRKIRINA BAKURÊ SÛRIYÊ Û TEVLÎKIRINA WÊ NAV XAKA TIRKIYÊ

Ji despêka aloziya Sûrî ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide di navbera pêkhateyên Sûrî de şer û pevçûn gur bike.
Ji bo vê armancê jî, komên çete li ser bingeha ramana Ixwan El-Musilmîn ava kirin.
Bi siloganên hilweşandina rêjîma Sûrî û serokê wê, dewleta Tirk çeteyên xwe xapandin.
Li dawiyê xuya bû ku li pişt rêbazên dewleta Tirk pilanên qirêj ên dagirkirinê hebûn.

opozisyona li dijî rêjîma Sûrî derket, bi destê Tirkiyê hat şikandin.

Piştre, dewleta Tirk opozisyonek li gorî xwe çêkir, ku bikaribe armancên wê yên dagirkirinê pêk bîne.

Destwerdana rêjîma AKP’ê li nav Sûriyê vedigere beriya aloziyê.

Beriya despêkirina pêlên koçberî û penabertiyê, dewleta Tirk dest bi avakirina kampan kir.

Tora Çalakgerên Efrînê ku ev dosya amade kiribû, dibêje ku armanca Tirkiyê ji wê gavê eve:

Bikaranîna wan kampan weke zext û fişaran li hember hêzan.

DEWLETA TIRK SERWERIYÊ DIDE KOMÊN ÇETE YÊN TURKMEN

Rêjîma AKP hemû komên çete ava kirin û li ser xaka Tirkiyê perwerde kirin.

Di nav wan koman de, yên Turkmen xwedî girîngiyekê ne.

Tevî piştgiriya wê ji komên Sinî re, dewleta Tirk stratejiyek taybet ji bo komên çete yên Turkmen bi kar anî.

Sedema wê jî, tunekirina komên Ereb û bicihkirina yên Turkmen li şûna wan da ku bigihê armancên xwe yên dagirkirinê.

Komên Turkmen ên pilanên dewleta Tirk pêk tînin ev in:

Sultan Murad, sala 2012’an li Helebê hat avakirin.
Lîwa Mihemed El- Fatih sala 2012’an li Cereblusê hat avakirin.
Lîwa Semerqend.
Lîwa El-Muntesir Bil-lah li Helebê hat avakirin.
Lîwa Es-Selaciqa, Heleb.
Firqet El-Hemze.
Lîwa El-Colan, Şam.
Lîwa Et-Turkmanî, Qelemûn.
Lîwa Ehfad Osman, gundewarên Humsê.
Lîwa Sultan Ebdul-Hemîd, Lazqiye.
El-Firqa Es-Sahilye, Lazqiye.
Lîwa Ez-Zahir Bêbers.
Lîwa El-Furqan.

Di dawiya dosya xwe de, Tora Çalakgerên Efrînê teqez dike ku bajarê Cereblusê mînaka herî zelal a hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re ye.

Ji ber ku DAIŞ’ê bajar bê şer radestî dagirkeriya Tirk kir.

Bi vê rêbazê, dewleta Tirk herêmên bakurê Sûriyê dagir kir û li hin deveran jî, weke Efrîn û Idlibê, bi Rûsan re ketin nava hevkariyê.

Leave a Reply

Back to top button