Cenazeyê tevahî rêwiyên di balafira li Nepalê ketî de hat dîtin

15’ê Çile li Nepalê balafirek ya rêwiyan ket.
Di encama xebatên lêgerîn-xelaskirinê de, cenazeyê 72 kesan hatin dîtin.
Bi dîtina tevahî cenazeyan re, li welat şîna netewî hate ragihandin.

Rayedaran diyar kirin ku wan di encama xebatên lêgerînê yên 5 rojin dewam dike de, îro xwe gihandine cenazeyê 2 kesên din.

Bi vê yekê re jimara cenazeyên heta niha hatine derxistin gihişt 72’an.

Û bi van cenazeyan re hate hînbûn ku ti kes ji balafirê bisaxî xelas nebûye.

Piştî qezayê Serokwezîr Pushpa Kamal Dahal li seranserê welêt şîna neteweyî ragihand.

Her wiha ferman da ku komîteyeke 5 kesî ji bo lêpirsîna bûyerê bê avakirin.

Ji 14 çiyayên herî bilind tevî Everest 8 li Nepalê ne.

Di qezayên balafir û helîkopteran de, ji sala 2000’î ve heta niha bêtirî 350 kes mirin e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price ji di daxuyaniya çapemeniya rojane de doh sersaxî ji malbatên welatiyên Amerîka yên di qezayê de mirî re xwest.

Back to top button