Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de yên li qada Çemçoyê de 4 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşan daxuyanî da û wiha got:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Zagrosê de li herêma Zapê;
Di 18’ê Çileye dei derdora herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amêdiyê tîmên gerîlayan 4 caran bi çekên giran û carekê bi sûîqaste li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê da zanîn hin ji van dagirkeran bi cil û bergên sivîl li qadê digeriyan.
HPG: Arteşa Tirk 11 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî ku li dijî qadên berxwedanê pekanîne jî HPG agahî dan û got:
“Çeperên berxwedanê yên gerîlayan, 11 caran bi çekên kîmyewî, 7 caran bi balafirên şer
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/li-Cemcoye-4-leskeren-tirk-hatin-cezakirin-165559