ŞEHÎDÊ MINBICÊ BESAM NIMIR JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Besam Nemir li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbic Besam Nemir بسام نمر bi nasnav Esed Egîdat أسد العكيدات dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekê ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û îşaret bi rola şervanan di parastina ewlehî û aştiya welat de kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayîkan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button