Rojnamevan Ezîz Koyluoglû : PDK’ê xwe bi temamî radestî Tirkiyê kiriye

Rojnamevanên Kurd diyar kirin ku PDK li Başûrê Kurdistanê xwe bi temamî radestî dewleta Tirk kiriye û li dijî gerîla bi awayî sîstematîk ketiye nava tevgerê. Rojnamevanan da xuyakirin ku di warê çareserkirina pirsgirêkên di nava Kurdan de, divê çapemeniya Kurd, roleke diyarker bilîze.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerlîla de, li her çar perçeyên Kurdistanê bûye cihê nerazîbûnê.

Rojnamevanên Kurd, li ser armanca êrişên li dijî gerîla û helwesta PDK’ê, nirxandin kirin.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglû ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, destnîşan kir ku PDK ji sala 2021’ê heya niha ji bo qedandina PKK’ê şerekî piralî û sîstematîk daye destpêkirin û gelê Başûrê Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake.

Koyluoglû anî ziman ku PDK’ê di her alî de xwe radestî Dewleta Tirk kiriye.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglû da xuyakirin ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi awayekî sîstematîk ketiye nava tevgerê.

“Armanca PDK’ê qedandina Kurdan û tunekirina Tevger Azadiyê ye”

Rojnamevan Bêrîtan Xalid jî bal kişand ser dîwarê ku bi piştgiriya PDK’ê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê avakirin û got: “PDK, dixwaze kurdan biqedîne.

PDK, ev ne cara ewil e ku van tiştan dike.

Armanca sereke ya PDK’ê tasfiyekirina tevgera azadiyê ya kurd e.

Gelê kurd divê vê yekê baş bibîne.”

“Divê çapemeniya Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke diyarker bilîze”

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Serdar Altan destnîşan kir ku PDK’ê êdî ji asta biratiya Kurd derketiye û di warê çareserkirina mijarên di navbera kurdan de roleke girîng dikeve ser milê çapemeniya kurd û ji bo yekîtiya neteweyî divê peywireke diyarker hilgire ser milê xwe.

Back to top button