Li Hesekê şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin oxirkirin

Îro merasimên şehîdan hebûn. Li Hesekê şehîd Rojvan Wan û Serfiran Nîdal li goristana Şehîd dijwar a li bajêr û li Şehbayê jî cenazeyê şervanê HRE Şehîd Çilo Efrîn hatin oxirkirin.

Îro li Hesekê û Şehbayê merasimên şehîdan hatin lidarxistin û şehîd hatin oxirkirin.

Şehîd Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û şervanê YPG`ê şehîd Serfiraz Nîdal (Welat Yildiz) li Goristana Şehîd Dijwar ya Hesekê bi meraimekê hatin oxirkirin.

Bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên bajêr tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha Endamê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Heqî Kobanê axivî û da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane armanc dike ku pirojeya Demokratîk têk bibe û wiha got:

“Divê gelê me li dijî van êrişan hevgirtina xwe xurt bike da ku planên artêşa Tirk a dagirker têk bibe.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin û diyarî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Serfiraz Nîdal li goristanê hate veşartin.

Her wiha cenazeyê şehîd Rojvan Wan li goristana şehîd Delîl Saroxan ya li Qamişlo hate veşartin.

Li Şehba cenazeyê şehîd Çîlo Efrîn hate oxirkirin

Her wiha li Şehbayê jî bi merasîmekê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd Çîlo Efrîn li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê hate oxirkirin.

Bi sedan kes di merasîmê de amede bûbûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir..

Di merasîmê axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Di dawiyê de Wesîqeya Şihadetê hat xwendin û diyarî malbata Şehîd hat kirin..

Cenazeyê Şehîd Çîlo Efrîn bi tilîlî û dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button