Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê dewam dikin.
Dewleta Tirk gundekî herêma Şehbayê topbaran kir.
Doh êvarê Dagirkeriya Tirk careke din gundê Hirbil ê herêma Şehbayê topbaran kir.
Û ziyan careke din gihand erd û zeviyên vî gundî.
Pêr derengiya şevê jî, balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk gundê Swêdiyê yê Eyn Îsayê bombebarankir.
Di êrişê de malek armanc girt, 2 welatî şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Ji ber êrişê ziyan gihaşt mal û milkên xelkên vî gundî jî.