Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser li Belçîka bû

Duh şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Belçîkayê bû..
Şandeyê bi koma xebata hevpar a perlementera ji bo kurdan hevdîtin civînek lidarxistin.
Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya herêmê hat nîqaşkirin .

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yê dîblomasiyê didomîne ..

Di vê çarçoveyê de li Parlementoya Belçîka yê bi komxebata hevpar a parlementeran yên ji bo kurdan civînek hat lidarxistin..

Civîn bi beşdariya Nûnerê derve ê Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer ,Serokê enstîtûya kurdî ya Belçîka Derwêş ferho..

Û Parlementerên Belçîkî yên Vlanders Elen Sammyn û Koen Matsu pêk hat ..

Di civînê de Rewşa niha ya Sûryê ,Xeteriyên aramiya herêmê û gefên dewleta Tirk hat nîqaşkirin ..

Ebdulkerim Omer: Ewropa û civaka navdewletî li dijî DAIŞ’ê bi erka xwe ranabin

Dr. Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku Kampa Holê Nêzîkî 60 hezar malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene ..

Di gel xeteriya heyî jî hîn civaka navnetewî têkildarî çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya xwe bi cih nayne ..

Omer qala gefên dewleta Tirk yên bi êrişên bi balafirên bê mirov û bi çek jî kir û wiha got :

“Divê qada ezmanî ya Rojava ji firinê re bê girtin..”

Ji parlementera Elen Sammyn jî axivî û bixêrhatina şandeyê kir û wiha got :

“Em spasdar in tekoşîna mezin ya ciwanên herêmê ne ..

Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengtiya kurdan û bi saya fedekariya gelên herêmê pêk hat ..

Em minetdarê wanin ..

Û em ê piştgiriya xwe ji herêmê re bidomînin ..”

Civîn piştî pirsên rojnemevana bi dawî bû ..

MSD’ê bi bedevkê partiya desthilatdar a Viyanayê civiya

Buroya Têkiliyan a MSD’ê jî li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi berdevkê Partiya Gel a desthilatdar a Awûstûrya re hevdîtin pêk anî..

Di hevdîtinê de kirîza Sûriyê û rêya çareseriya siyasî hat nîqaşkirin.

Endamê Ofîsa Têkiliyên MSD’ê Selah Ferho ji berdevkê partiya desthilatdar li Viyanayê re axivî ..

Selah Ferho behsa kirîsa Sûryê kir ..

Ferho bal kişande ser rola nerênî ya destêwerdanên herêmê di kirîza Sûriyê de û bertekên wê di warê aloziya kirîzê de..

Her wiha gefên Tirkiy yên berdewam.

Di civînê de behsa hewlên QSD’ê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî hat kirin

Back to top button