Rewşenbîr û siyasetmedar: PKK hemû pêkhateyan di nava xwede digre ew ne terorîste

​​​Ji her devera cîhanê bangewazî ji bo derxistina navê PKK ji lîsta terorê tê kirin. Rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Hesekê jî têkildarî mijarê diyar kirin ku: Hiştina PKK’ê di lîsteyan de neheqiya li edaletê ye

Lîstikvan û derhênerê şanoyê Azad Hac Mihemed anî ziman ku hemû tevgerên rizgariyê yên di nava zehmetiyan derdikevin û nûnertiya hemû beşên civakî dikin, mîna PKK’ê rewa ne.

û wiha domand : “PKK’ê pîvanên rewa û mafê xweparastinê girtin, banga mafên gelan û welatê ku hatiye binpêkirin dike, Pîvanên wê ji bo mirovahî û tevahî gelên bindest e, Ji ber vê yekê wesifandina wê bi terorê, qet lê nayê.”

Her wiha serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezkaran Mihemed El-Birak jî di heman mijarê de axivî û got:

“Di rastiyê em gelê herêmê ne giştî Kurd in. Lê tevî vê yekê jî em PKK`ê ji bilî tevgereke têkoşînê û xwedî maf di projeya rewa de, nabînin.

Mihemed El-Birak di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku durûtiyê nekin, û PKK ji lîsta terorê derxînin ji ber Kesên parastina mafên milyonan dike ne teror e.

Back to top button