Di êrişa li ser gundên Til Temirê de 2 welatî birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker vê sibê careke din gundewarê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya saetekê gundê Tinibê yê navçeya Şerayê topbaran kirin.
Hate ragihandin ji ber topbaranê zirarên madî gihîştiye mal û erdên şêniyên gundê Tinibê.
Di êrişa li ser gundewarê Til Temirê de 2 cotkar birîndar bûn
Her wiha doh jî artêşa dagirker gundên Feke û Qibûr Qeracîna yên li bakurê Til Temirêê bi çekên giran topbaran kirin.
Hate ragihandin ku di encama topbarana li ser gundên navborî de kesên bi navên Ziyab Xelef Derwîş ê 40 salî û Yasîn Derwîş ê 40 salî ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikir, birîndar bûne.
Birîndar niha Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê tên dermankirin.