Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma “Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re” bi armanca veguhastina ramanê ciwanan dûrî narkotîkê, mara-tonek li dar xist.
Gelek kilûbên Reqayê û derdora 50 pêşbaz, tevli maratonê bûn.
Beriya maratonê, serokê Meclisa Werzîşê ya Reqayê Ebdulrezaq El-Şilaş daxuyaniyek xwend û got:
“Narkotîk bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî û li ser rewşa civakî, exlaqî û aboriya dewletan bûye gef.”
Dawiya daxuyaniyê, bang li gelê herêmê hat kirin ku ji xetereya narkotîkê hişyar bin û hewl bidin nifşekî pêşketî li ser asta fikrî, zanistî û civakî ava bikin.
Dûre maraton ber bi çerxerêya El-Neîm ve dest pê kir.
Dawiyê, pêşbazên serkeftî hatin xelatkirin.