Lubnan: Îsraîl navendeke tenduristiyê bombebaran kir

Di şer û pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê de çareseriyek dîplomatîk tê gerandin.
Amerîka ji bo navbeynkariyê bike şêwîrmendê xwe şand Beyrûdê.
Şêwîrmend Amos Hoştayn anî ziman ku dê krîza heyî ti pirgirêkê çareser nake, hewl didin bi rêbazên dîplomatîk şer rawestînin.
Hem wextî wan danûstandinan jî êrîşên du alî jî didomin ku herî dawî Îsraîlê navendeke tenduristiyê kir armanc û 3 erkdarên tenduristiyê mir û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyana a Cîhana Ereb (AWP), Wezareta Tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku Îsraîl li başûrê welêt navendeke tenduristiyê bombebaran kir û di encamê de 3 kes mirin.

Ajansa fermî ya Lubnanê NNA jî diyar kir ku di êrîşên hewayî ya Îsraîlê de ku li dijî navenda parastina sivîl a girêdayî Şandeya Tenduritiyê ya Îslamî ya li bajaroka Al-Addisayê pêk aniye, du erkdarên tenduristiyê birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku di êrîşên hewayî ya dawîn de 7 erkdarên tenduristiyê hatiye kuştin 10 erkdar jî birîndar bûne.

Şêwîrmendê Joe Biden serdana Beyrûtê kir

Li aliyê din şêwîrmendê serokdewletê Amerîkayê Joe Biden, Amos Hoştayn ji bo şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de navbeynkariyê bike serdana Beyrûtê kir.

Şêwîrmend Hoştayn cara duyeme ji bo navbeynkariyê berê xwe dide Beyrûtê.

Amos Hoştayn destnîşan kir ku agirbesta li Xezayê nayê vê wateyê ku Lubnanê jî bigire nava xwe û agirbesta demkî jî têrî nake.

Amos Hochstein: Bi rêbazên dîplomatîk şer rawestînin

Hoştayn piştî hevdîtina bi Serokê Meclisa Lubnanê Nebi Berri, civîna çapemeniyê li darxist.

Di civîna çapemeniyê de Amos Hoştayn wiha got:

“Ez ji bo rawestandina pevçûnên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku li ser sînor diqewime li wir im.

Hewl didin di çareseriya dîplomatîk de pêşketinekî ava bikin.

Amerîka bi biryare ku geşedanên ewlehiyê ya li heremê rû dide bi rêbazên dîplomatîk bi dawî bike.”

Hoştayn anî ziman ku heger di navbera her du welatan de agirbestek pêk were sivîlên li başûrê Lubnanê dikarin bi awayekî ewle vegerin malên xwe.

Hochstein: Alozî dê vê krîzê çareser neke

Hoştayn diyar kir ku bi taybetî di hefteyên dawî de zêdebûna rageşî û binpêkirinên li ser sînor ne di berjewendiya tu kesî de ye û got,

“Tiştekî bi navê şerekî bi kontrol nîne.

Zêdebûna rageşiyê wê nekare Lubnanî û Îsraîlî vegerin malên xwe.

Alozî dê vê krîzê çareser neke.”

Hochstein herî dawî di 11’ê Çileyê de ji bo gotûbêjkirina rewşa nakokiyên navbera Îsraîl û Hizbullahê hatibû Beyrûtê û piştre çûbû Tel Avîvê.

Hizbullah li geliyê katamun hêzên Îsraîlê kir armanc

Back to top button