HPG: Artêşa Tirk li dijî çeperên şer ên li Avaşînê gaza kîmyewî bikaranî

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê rojane bi çalakiyan bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker didin.
HPG’ê diyar kir berxwedana gerîlayan ya di tûnelên şer de dewam dike û got, “Artêşa Tirk a dagirker li dijî tûnelên şere yên li qada Werxelê a herêma Avaşînê gaza kîmyewî bikartîne.”

Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de, li dijî êrîşan berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê, derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir, ji 19’ê Tebaxê ve artêşa Tirk a dagirker tûnelên şer yên li qada Werxelê, ya herêma Avaşînê bi çekên giran bombebaran dike.

Hat diyar kirin, 20’ê Tebaxê jî tûnelên şer yên li qada Girê Sor bi teqemenî û çekên giran hatin bomeberan kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa dagirker heman rojê li dijî tûnelên şer yên li qada Werxelê gaza kîmyewî bikaranîn û bi çekên giran bombebaran kir.

Her wiha hat gotin, li ser herêmê tevgera dronan jî dewam dike.

HPG’ê ragihand, 20’ê Tebaxê derdora gundên Kêste, Hirorê, Serarû, Deşîşe û Êdîne yên bajaroka Kanî Masî a bi ser Amêdiyê, her wiha qadên Koordîne, Girê Zendûra û Kela Qumriyê yên bi ser Metînayê bi helîkopter û hawanên li qereqolên ser sînor hatin bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê diyar kir, 19’ê Tebaxê artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran qada Kato Xelîla, ya bi ser navçeya Şaxê ya Wanê bombebaran kir û paşê operasyoneke dagirkirinê da destpêkirin.

Back to top button