QSD’ê girtiyên ku destê wan di kuştina welatiyan de tune bû berdan

Li Dêrazorê QSD’ê 33 girtiyên ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune bû li ser bangên serokeşîran berdan.

QSD’ê girtiyên ku ji herêma Dêrazorê ne bi beşdariya serokeşîr û rûspiyên herêmê radestî malbatên wan kirin.

Her wiha ji bo yên ku ne ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rê dabîn kir da ku vegerin herêmên xwe.

Serokeşîrê Igêdat, Cemîl El Hefel têkildarî mijarê axivî û got:

“Em Rêveberiya Xweser li ser vê gavê spas dikin ku ne tenê girtiyên ji herêmê, her wiha yên ji seranserî Sûriyeyê jî berdan.”

El Hefel destnîşan kir ku xwedîderketina li bangên rûspiyên herêmê, piştrast dike ku baweriyeke xurt di navbera hêzên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de heye.

Rûspiyê eşîra Igêdat Necim El Necris jî rola QSD’ê di parastina herêmê û xwedîderketina li daxwazên eşîran de silav kir.

Necim El Necris diyar kir ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê divê piştgiriyê bidin hêzên leşkerî.

QSD’ê di demên borî de hin girtî bi dabîna rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdabûn.

Back to top button