Bedlîs-Êrişa li dijî rojnamevan Sînan Aygul hat protestokirin

Rêxistinên sivîl û pîşeyî yên Tetwanê kom bûn û êriş li dijî rojnamevan Sînan Aygul ku ji aliyê parêzvanên şaredarê AKP’yî ve pêk hat şermezar kirin.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Serokê Cemiyata Rojnamevanan a Bedlîsê rojnamevan Sînan Aygul gelek nelirêtî û fiotina erdên Şaredariya Tetwanê ya AKP’yî kiribû nûçe û ji raya giştî re ragihandibû.

Duh li navçeyê parêzvanê şaredarê AKP’yî Mehmet Emîn Geylanî, Yucel Baysal û polîsê bi navê Engîn Kaplan êrişî rojnamevan Aygul kiribûn û ew birîndar kiribûn.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyî yên Tetwanê û gelek rojnamevan ji bo piştevaniya Aygul kom bûn û êrişê protesto kirin.

Di çalakiya şermezarkirinê de dirûşmeyên wek “Serok îstîfa” û “Destên êrişî Sînan kirine bila bişkên” berz kirin.

Rojnamevan Sînan Aygul ê ji ber êrişê birîndar bûbû, hat zanîn ku îro dîsa rewşa wî giran bûye û rakirin nexweşxaneyê.

Çeteyên AKP’ê êrişê rojnamean Sinan Aygul kirin

Back to top button