Rûniştina 11’an a Doza Kobanê hate dîtin

Rûniştana 11’an a Doza Kobanê ku 22 jê girtî, 108 siayasetmedar têne darizdin îro li bajarê Enqerê yê Tirkiyê hate dîtin. Li eywana dadgehê, Siyasetmedarên kurd cejna Newrozê li hev pîroz kirin. Di rûniştînê de Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk avixî û got: “Bi zext û tundiyan hewl didin me ji siyaseta demokratîk dûr bixin” Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş jî ku girtî tê darizandin ji dadgeran xwest xwe ji dozê vekişînin.

Rûniştan 11’an a Doza Kobanê ku 22 jê girtî, 108 siayasetmedar ji têne darizdin îro li Enqereyê hate dîtin.

Siyasetmerên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin li eywanê amade bûn, yên li girtîgehên cuda dimînin jî bi pergala deng û dîmen beşdarî rûniştinê bûn.

Siyasetmedarên anîn eywana dadgehê destpêkê cejna Newrozê li hev pîroz kirin.

Danişîn, bi hatina şandeya dadgehê dest pê kir.

Siyasetmedarê kurd Ehmed Turk û parêzerên wî jî li salona dadgehê amade bûn.

Ehmed Turk axivî û destnîşan kir ku di temenê xwe yê siyasetê ya 50 salan de gelek caran bi neheqiyan re bû rû mane

Ehmed Turk: Bi zext û tundiyan xwestin me ji siyaseta demokratîk dûr bixin

“Me darbeyên 12 îlonê û Zîndanên Amedê dîtin.

Serfermandarê giştî ê arteşa Tirk yê demê bi gotina, “Hûnê van ji meclîsan bavêjin û wekî kûçikan li kolanan bikujin” gef li me xwarin.

Ji wê rojê heya niha tiştek nehatiye guhertin.

Bi zext û tundiyan xwestin me ji siyaseta demokratîk qut bikin.

Me tim baweriya xwe pê anî ku wê pirsgirêka Kurd bi siyaseta demokratîk were çareserkirin.

Lewra heya vê rojê me têkoşîn kir.”

Turk anî ziman piştî dagirkirina şaredariyan a li dijî vîna wan yên bi rêka qeyûman, niha jî ew bi bêhiqûqiya doza Kobanê re rû bi rû ne.

Siyasetmedar Turk êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û mirovahiyê bi bîr xist û got:

“Ji bo hovitiya DAIŞ’ê ya li ser mirovahiyê em ji raya giştî re eşkere bikin me gelek hewldan kir.

Li dijî êrişên DAIŞ’ê ne pêkan bû em bêdeng bimînin, fikirandina vê nabe jî.”

Piştî parastina siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk, parêzerê wî Erdal Kuzu daxwaz kir Turk ji doza Kobanê were beraatkirin.

Herwiha parêzer Weysî Eskî jî xwest runiştin taloqî sibê were kirin û parastina mûwekilê wî Ehmed Turk û parêzeran jî bê guhdarkirin.

Dadgehê pêşniyar û daxwazên parêzeran red kir.

Selahedîn Demîrtaş: Ez heyeta dadgehê bi tevayî red dikim

Herwiha di rûniştinê hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê ê Selahedîn Demîrtaş jî ku girtî tê darizadin axivî.

Demîrtaş bal kişand ser bêhiqûqiya dewleta Tirk û komploya li dijî wan û ev bang li heyeta dadgehê kir:

“Rumeta xwe biparêzin, xwe ji dozê bikişînin, hûn nikarin dosyayan mêyze bikin.

Ez heyeta dadgehê bi giştî red dikim.”

Back to top button