Buroya PDK’ê a li Bexdayê hate şewitandin

Alîgirên Rêberê Şîeyên Iraqê şaxa 5’an ya PDK’ê ya li Bexdayê şewitandin.
Bûyer piştî peyama endamekî PDK’ê ya li ser twîterê pêkhat.

Duh bi şev Naîf Kurdistanî yê PDK’yî, li ser twîtera xwe peyamek belav kir û nivîsî û got; “Em bi rêberiya Ereban re ne, ne bi rêberiya Hindî, Farisî û Efxaniyan’ re ne.”

Peyama endamê PDK’ê rastî nerazîbûnek tund hat, li Bexdayê alîgirên Rêberê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî li ser torên civakê xwestin xelk dakevin kolanan.

Piştî wê bi demekê tevî endamê PDK’ê Naîf Kurdistanî daxwaza lêborînê ji Elî Sîstanî jî kir, lê nekarî pêşiya nerazîbûnan bigre.

Piştî ku nerazîbûn mezin bûn, heman endamê PDK’ê vê carê got twîtera wî hatiye dizîn.

Piştî wê PDK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku peyama hatî belavkirin, girêdayî wî kesî ye û got, Ti peywendiya Dr. Naîf Kurdistanî bi PDK’ê re nînin.

Lê lêborînên PDK’ê rê li ber nerazîbûnan negirt, bi dehan alîgirên Elî Sîstanî daketin kolanan.

Di encam de bi dehan kes li ber deriyê şaxa 5’an ya PDK ya li Bexdayê kom bûn û avahiyê dan ber agir.

Back to top button