QSD: Kesekî ku malbatên DAIŞ’î ji kampa holê direvandin hat girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyekî karê revandina malbatên Daiş’iyan ji kampa Holê dikir hatiye girtin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev yek hat gotin: “13’ê Kanûnê di operasyoneke hevbeş ya hêzên YAT`ê û Koalîsyona Navneteweyî de kesê ku revandina malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampa Holê bi rêxistin dikir hate girtin.

Ev kes li gundewarên rojhilatî Hesekê hatiye girtin ku çek jî ji endamên terorîst re peyda dikir.

Di operasyonê de miqdarek çek, alavên leşkerî û telefon jî li gel vî çeteyî hatine dîtin û desteserkirin.

Back to top button