Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Sê mehên xwe temam kirin. Lê hêjî dewleta Îranê guh nedaye daxwazê welatiyan û dest bi darvekirina girtiyan kiriye. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî darvekirina zarokan li Îranê hişyarî da. Li aliyê din dewleta Îranê ji nava komîsyona jinan a neteweyên yekbûyî hate derxistin.
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sê mehên xwe temam kirin û ket roja 91’an.
Tevî derbasbûna ewqas roj a daxwazên azadiyê, dewleta Îranê li şûna guh bide daxwazên gel, êrişî gel dike.
Hêzên dewleta Îranê jina Kurd Şilêr Zemanî girtin û birin cihekî ne diya
Hêzên dewletê di sibeha Îro de jî li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê jina binavê Şilêr Zemanî binçav kir.
Nayê zanîn ku Şilêr Zemanî birin e kê derê.
Tevî êrişan, çalakgerên ku tên girtin jî gefa cezayê darvekirinê li wan tê xwarin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirova: Li Îranê metirsiya darvekirinan zêd ye
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkîldarî darvekirina xwepêşandêran raporek belav kir.
Rêxistinê di rapora xwe de balkişand ser darvekirina Mihsîn Şikarî û Mecîd Reza û ragihand ku metirsiya darvekirinê li ser girtiyên din jî heye.
Her wiha Rêxistinê darvekirina xwepêşandêran weke binpêkirinek mezin a dadweriyê bi nav kir..
Rêxistinê îhtimala ku cezayê darvekirinê li zarokan jî bê birîn bibîr xist û hişyarî di vê derbarê de da..
Li aliyê din, dewleta Îranê ji ber binpêkirin û bê mafiyên li beramberî jinan dike, rojeva encumena aborî û civakî ya Neteweyên Yekbûyî bû.
Dewleta Îranê ji nava komisyona jinan a ny hat derxisti
Di civîna Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de deng li ser reşnivîsa biryarnameya derxistina dewleta Îranê ji komisyona jinan hat dayîn.
Bi hêjmara zêde ya dengê ‘Erê’ re Îran ji nava Komisyona Jinan a NY’ê hat derxistin.