Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Rûsya berpirsyarê êrişa li navçeya Ehdasê dibîne.
Meclisê bang li Rûsyayê kir ku yan ji herêmê vekişe yan jî bi erkên xwe rabe.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê êrişa duh li navçeya Ehdasê a Şebayê daxuyaniek da.
Hevseroka meclisê Hêvîn Silêman, daxuyanî xwend û wiha got:
“Êrişa ezmanî ya li navçeya Ehdasê hemwextî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a destpêkirina darizandina çeteyên DAIŞ’ê, pêk hat.
Dewleta Tirk bi vê yekê, peyamê dide ku ew li dijî siyaset û dîplomasiya Rêveberiya Xweser e.
Hêvîn êriş şermezar kir û bang li Rûsyayê kir ku yan bi erkên xwe rabe, yan jî ji herêmên vekişe.
Her wiha bang li hikumta Şamê û Komkara Erebî jî hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk ên berdewam helwestên cidî û berpris nîşan bidin.