Xelkên Şehbayê û koçberên Efrînê bi çalakiyekê helwesta Rûsyayê li hemberî êrişên delweta dagirker şermezar kirin.
Her wiha eşkere kirin ku eger ev siyaseta berdewam bike ew ê tedbîrên din bigirin.
Li dijî herêma Şehbayê, ku bi deh-hezaran ji niştecihên herêmê û koçberên Efrînê lê dimînin, êrişên piralî hene.
Ji aliyekî ve dorpêça hêzên Hikûmetê û ji aliyê din ve êrişên dewleta Tirk yên rojan e.
Armanc wan ji van siyasetên dijmirovî, ew ku şêniyên Şehbayê bidin koçberkirin.
Herî dawî, duh balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Ehdas a gundewarên Helebê erebeyek bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya YPG’ê, di êrişê de 3 şervanên YPG’ê şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.
Vê sibê şêniyên Şehba û koçberên Efrînê li pêş Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê a li navçeya Fafînê kom bûn û çalakiyek lidarxist.
Şêniyan di çalakiyê de, debêdengiya Rûsyayê û hevkariya wê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şermezar kirin.
Dema ku girseya gel gihaşt ber Navenda Lihevanîna ya Rûsyayê, Şandeyek ji Meclisa Kantona Efrînê çû navendê û nameyek radstî rêveberiya navendê kir.
Di nameya de, hate diyarkirin ku Rûsya bi bêdengiya xwe rê dide ku dewleta Tirk a dagirker êriş û komkujiyan li dijî xelkên herêmê bike û wiha hate gotin:
“Rûsya soza ku ji bo parastina herêmê ji êrişan dabû, bi cih ne-anî.
Ji ber vê yekê, bi dehan welatî di êrişan de şehîd bûn, xaka me hate dagirkirin û demografiya herêmê tê guhartin.
Şêniyan di nameya xwe de diyar kirin ku eger ev siyaset Rûsyayê berdewam bike, ew ê tedbîrên guncaw bigirin.
Piştî ku şandeyê hevdîtin bi rêveberiya navenda rûsî re kir, endamê şandeyê Cemal Reşîd axivî.
Cemal Reşîd anî ziman ku rayedarên rûs gotine ku ew ê nameya xelkê Efrînê ji fermandariya baregeha Himêmîmê re bişînin.
Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Rûsya berpirsê êrişa dewleta Tirk e