“Pêwîste Rêxistinên Mirovî û Navnetewî bi erkên xwe rabin”

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd kirine, diparêze û li zanîngehên xwe dide xwendin.
Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê helwest nîşan da.

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyê ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd kir û di “lîsteya terorê” de cih digire, li zanîngehên xwe daye xwendin.

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîrxistin ku serçete Hatim Ebû Şeqra û koma wî ya Ehrar El-şerqiyê ji aliyê NY ve, Rêxistina Efûyê ya navnetewî û gelek saziyên din wekî terorîs tê dîtin.

Hemahengiya Zanîngehan diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê pîvanên mirovî, exlaqî û yên navneteweyî binpê dike.

“Dewleta Tirk a dagirker, zanîngehan wekî navendên şerê taybet li dijî gelê Kurdan bi kar tîne.

Pêwîst e zanîngeh û navendên akademîk ji nêzîkatiyên faşîzane, netewperest, zayendperest û olperest werin parastin û bibin cihên pêşxistina hişmendiya demokratîk.

Hemahengiya Zanîngehan dawiyê, bang li saziyên navnetewî û yên mafên mirovan hate kirin ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin û bi erkê xwe rabin.

Back to top button