Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişa li dijî Huseyîn Arasan da û sersaxî ji malbatê re xwest.
Her wiha Tevgera Azadî bang kir ku divê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin.
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî derbarê qetilkirina Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Tevgera Azadî diyar kirArasan çend sal bûn li Başûrê Kurdistanê wek penaber jiyan dikir û wiha got:
Hêzên ewlehiyê li beramberî xwîna Kurdên azadîxwaz û penaberan gelek xemsar nêz dibin.
Ev rewşa ne bi ewle ya li bajarên Başûrê Kurdistanê heyî, nîşaneya neberpirsyartiya nîştimanî, mirovahî û Kurdbûnê ye.”
Têkildarî bêdengî û bê helwestiya aliyên siyasî, rêxistinên mafê mirov ya li ser bûyerê, Tevgera Azadî daxuyand ku ev yek nîşana xirabûna exlaqê siyasî û mirovahiyê ye.
“Divê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin”
Tevgera Azadî bang kir ku divê terora dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin û got:
Em sersaxiyê li malbat û hevalên Şehîd Huseyîn Arasan re dixwazin.