Nifûsa Rûsya di nava salekê de nêzî milyonekê kêm bû

Êdî li seranserê nifûsa Rûsan kêm dibe.
Di nava salekê de, 997 hezar Rûsî kêm bûne.
Ev kêmbûn weke kêmbûna herî zêde ya di dema aştiyane de hate pênasekirin.

Li gorî daneyên demografê Rus Alexei Raksha, li Rûsyayê di navbera Cotmeha 2020 – Îlona 2021’ê de ji rewşa asayî bêhtir herî kêm 660 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ev rêje beriya dema şewba Covid-19 bi 11 qatî zêde ye.

Li Rûsyayê di rêjeya jidayikbûnê de guhertinek çênebû.

Pispor dibêjin ku nifûs ji ber vîrûsê kêm bûye.

Li gorî daneyên dawî nifûsa Rûsyayê 145 milyon kes e.

Ev jimar li gorî sala 2000’î ku wê demê Vladimir Putin bû desthilatdar, kêmtir e.

Putin sala 2019’an civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew ji ber kêmbûna nifûsa Rûsyayê bi fikar e û zêdebûna nifûsê heta sala 2024’an weke yek ji sozên bingehîn ên hilbijartinê nîşan dabû.

Tevî hewldanan hemûyan, tê texmînkirin ku nifûsa welêt heta sala 2035’an bi 12 milyon kesî kêmtir bibe.

Back to top button