Nerges Mihemedî: Kombûna li kolanan ji mafê gel e

Çalakvana mafê jinan Nerges Mihemed û endama TAJÊ’ê Şemê Remo piştgiriya xwe bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê teqez kirin.
Nerges Mihemed û endama TAJÊ’ê dan zanîn ku bi firkrê Rêber Apo ew ê zihtiyeta ku jinê qir dike têk bibin. 

Bertekên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li welat û derveyî welat jî dewam dikin.

Çalakvana mafê jinan û mafê mirovan Nerges Mihemedî ku di girtîgeha Êvînê ya Rejîma Îranê tê ragirtin peyamek da.

Hevjînê Nerges Mihemedî, Teqî Rehmanî peyama wê li ser hesabê xwe yê Twiterê parve kir.

Nerges Mihemedî di peyama xwe de balkişand ser xwepêşandanên çend rojên dawî li Îranê û got:

“Kombûna li kolanan yek ji mafên bingehîn ên gel e û mafê hikûmetê yê gel bixe bin zextê û êriş bike nîne.”

Di van salên dawî de hikûmeta deshilatdar ji bo tepisandina çalakiyên gel, dest bi cînayetên kolanan û girtinê kir.

Lê belê gel bibiryarbûnek çalakiyên xwe didomîne.”

Şemê Remo: Em ê zihniyeta ku jinê qir dike têk bibin

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî derbarê mijarê de nirxandin kir.

Şemê Remo piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê teqez kir û ev tişt anî ziman:

“Em tekoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê piroz dikin û em dibêjin ku heya dawiyê weke jinên Êzidî em bi we re ne.

Heya em tekoşîna xwe mezintir nekin em ê nekaribin xelekên koletiyê bişkênin û li pêşiya kuştina jinan bigirin.”

Şemê Remo destnîşan kir ku her cureyên kuştina jinê li ku dibe bila be heman feraseta DAIŞ’ê ye û got:

“Li her devera cîhanê li ser jinê zext tê meşandin. Li Efrînê, li kampên Başur û li Îranê.

Li ku dibe bila be ger jin bên kuştin divê bê zanîn ew zihniyeta DAIŞ’ê ye. Bi fikrê Rêber Apo me DAIŞ’ê têk bir.

Bi heman fikrî û bi pêşengtiya jin û yekbûnê, emê careke din zihtiyeta ku jinê qir dike têk bibin.”

Back to top button