YE ji bo cezakirina Moskova li ser girtina Navalny civiyan

Wezîrên Karên Derve yê welatên YE, ji ber girtina serokê mixalîf yê Rûs Aleksey Navalny û cezkirina Moskova civiyan.

Civîn bi pêşengtiya Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell pêk hat.

Beriya civînê beşek ji welatên YE li ser girtina Navalny helwest nîşan dan û gotin:

Ji ber tundiya polîsan ya li dijî xwepêşandêr û girtina Navalny divê peyamên tund li dijî Moskova were dayî.

23 Çile bi dehezaran mixalîfên Rûsya ji bo berdana Navalny daketibûn qadan.

Li dijî xwepêşandêran, polîsan tundiyek zêde bikar anîbû û bi hezaran kes jî binçav kiribûn.

Rêxistinên Mafê Mirovan yên li Welat ragihandibûn ku zêdeyî 3 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Lîderê Mixalîfan Alaksey Navalny 17’ê Çile dema ji Almanya vedigeriya welat ji aliyê polîsan ve li paytext Moskova hatibû girtin.

Dozgeriyê jî bi mehek cezayê girtîgehê li Navalny birîbû.

Back to top button