Şandeya Şengalê li Bexdayê hevdîtinan dike

Piştî gefên dewleta Tirk ên êrişa li ser Şengalê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Di nava şandeyê de nûnerê Partiya Azadî û Demokrasiyê a Êzidiyan (PADÊ), nûnera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêver a Şengalê hene.

Şande îro bi Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nurî Malikî, Serokê Tevgera Encaz Babilyon Şêx Riyan û Baqir Elzibeyîdî re civiya.

Hate ragihandin mijara sereke ya civînê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û helwesta aliyên Iraqî ya li hemberî binpêkirinên li ser serweriya axa Iraq û Xweseriya Şengalê bû.

Şande li Bexdaye wê bi aliyên Iraqî re hevdîtinên xwe berdewam bike.

Back to top button