Meclîsa Jinan a HDP’ê da diyarkirin ku bi rêya posteyê şandina cezayê gerîla Şehîd Egîd Îpek li dijî mirovayetiyê ye,Dayika Egîd Îpek a ku cenazeyê lawê wê bi pakêteke berîdê jê re hatiye, got:”Nirxê mirovan û wijdan li ba dewleta Tirk nemaye. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê di derbarê hovîtiya ku cenazeyê gerîlayê Şehîd Egîd Îpek bi rêya postayê şandina ji bo malbatê daxuyaniyek nivîskî da.
Meclîsa Jinan a HDP’ê da diyarkirin ku rêbaza bi rêya posteyê şandina cezayê li dijî mirovayetiyê ye û got, “Em ê dengê xwe li hember polîtîkaya şer û zilma desthilatdaran bilind bikin.”
ÎHD: Şandina cenazeyê agît îpek bi vî şêweyî sûcekî mezin e
Şaxa Amedê ya ÎHD’ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şandina cenazeyê Agît Îpek bi vî şêweyî sûcekî mezin e.
ÎHD’ê tekez kir ku ev rewş li dijî mirovatiyê û hiqûqa navneteweyî ye û wê li ser vê bûyerê lêpirsîn bidin destpêkirin.
Dayika Şehîd Egîd: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
Dayika Egîd Îpek, Halîse Aksoy diyar kir ku ew ne li benda vê hovîtiyê bûn, nirxê mirovan û wijdan li ba dewleta Tirk nemaye.
Halîse Aksoy bibîrxst ku Egîd ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk beşdarî PKK’ê bû û wiha got:
Li dibistanê ji ber navê ku lawê min Egîd bû jê hez nedikirin.
Min jê re digot Egîd rûnê li mala xwe.
Egîd digot “dayê navê mirov Egîd be û mirov rûne ne şerm e.
Navê min Egîd e wê demê ez ê rabim.”