Sosyalîstên Demokratîk ên Amerîkî li dijî peymana Medrîdê daxuyanî da

Ji Amerîka jî taybet ji Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk li dijî peymana li Medrîdê nerazîbûn hat nîşandan. Sosyalîstên Demokratîk ev peyman şermezar kir û xwestin PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ were derxistin.

Sosyalîstên Demokratîk li dijî vê peymanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya wan de hat gotin; ” Tirkiye hêzê ji endametiya NATO’yê werdigire û vê hêzê ji bo êrişî Kurdan û gelê li Sûriye û Iraqê bike bi kar tîne.”

Bi vê re wê rûpeleke nû li dîroka NATO’yê ya piştgiriya polîtîkayên faşîst zêde bibe.”

Sosyalîstên Demokratîk ên Amerîkî: Divê çek bo Tirkiyê neyên firotin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Sosyalîstên Amerîkî di daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ku firotina çekan bo Tirkiyê bi temamî were rawestandin.

Dawiyê sosyalîstên Demokratîk ên Amerîkî xwestin PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin û tekez kirin têkoşîna wan nabe bi vî rengî were nirxandin.

Back to top button