Deshilata Îranê beriya salvegera kuştina Jîna Emînî di alarmê de ye

Salvegera 1. a kuştina jina Kurd Jîna Emînî, deshilata Îranê di alarmê de ye.
Serokomarê Îranê Reîsî gef li kesên di salvegerê de dakevin kolanan xwar û got:
Em dizanin çi tê serê yên dixwazin li welat bêaramî pêk were.

Rêveberiya Îranê ji ber nêzîkbûna salvegera kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqî yên welat ve, raya giştî ji çalakiyên nû hişyar kir.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe ya ji bo kanaleke televizyonê da hişyarî da û destnîşan kir ku tu nîşaneyên “bêîstiqrariyê” nayên qebûlkirin.

Reîsî bal kişand ser bûyerên piştî kuştina Jîna û wiha got:

“Em dizanin wê çi bê serê wan kesên ku Emînî ji xwe re dikin hincet, wek ajanên biyanî tevdigerin û li welêt bêîstiqrariyê çêdikin.”

Cîgirê Serokê Dezgeha Dadwerî Sadık Rehîmî di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir ku hêzên ewlehiyê wê li hember xwepêşandanên muhtemel hişyar bin û ev tişt anî ziman:

“Ajansên îstixbaratî û ewlehiyê hemû tevgeran dişopînin.

Kesên ku dixwazin, derkevin kolanan wê bêne destnîşankirin û piştre jî radestî cihên peywendîdar bikin.”

Di dema ku rêveberiya Îranê hefteya borî herî kêm 5 hesabên medyaya civakî girtin de, 6 kesên ku bi van hesaban re têkildar in bi tewana dixwazin aloziyê derxînin hatin girtin.

Di vê navberê de, bi nêzbûna salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” re, rapor hene ku rayedarên Îranê ji nêz ve çavdêriya endamên malbatên kesên wan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane dikin û hin ji wan jî girtine.

Jina kurd a ciwan Jîna Emînî ya 22 salî 13’ê Îlonê, ji ber pora wê xuya dikir, ji aliyê polîsên exlaqî ve êşkence lê hat kirin.

Piştê vê bi 3 rojan di 16’ê Îlonê de, Jîna jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê li seranserê welat serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” despê kir.

Hêzên Îranê yên xwestin bi zextê dawî li xwepêşandanan bîne, bi awayekî hovane êriş kir.

Bêtirî 500 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ev serhildan di dîroka welat de piştî ya 1979’an weke serhildana herî berfireh ya li dij Komara Îslamî ya Îranê ket dîroka welat.

Welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) ji ber rola wan a destwerdana di xwepêşandanên piştî kuştina biryar dan ku cezayan li ser 18 kes û 19 rêxistinên Îranî bisepînin.

Bi van cezayan re, jimara kesên li Îranê ji aliyê YE ve ceza li ser hatine ferzkirin derket 164 û ya saziyan jî gihişt 31’an.

Back to top button