Salvegera 8. a şihadeta şervanên YPJ’ê Silava û Bêrîvan

Bi şehadeta şervanên yekemîn ên YPJ’ê Bêrîvan û Silava re têkoşîna jinên Kurd geştir bû, her du jin jî bûne sembola Şoreşa Rojava û li tevahî cîhanê deng veda. 

Silava û Bêrîvan ên ji bajarê Efrînê, ji jinên yekemîn bûn ku bisk û keziyên xwe badan û tevlî refên YPJ’ê bûn.

Têkoşer Meryem Mihemed bi nasnav Silava 1991’an li gundê Elemdar ê navçeya Raco ya Efrînê jidayîk bûye.

1’ê Kanûna 2011’an Silava wekî jina ciwan a yekemîn cihê xwe di nava YPG’ê de digire.

Silava 2012’an dewreya yekemîn a leşkerî û fikirî dibîne û 2013’an dewreya perwerdê ya pisportî di warê leşkerî û xweparastinê de dibîne û wekî fermandareke leşkerî ya meydanî erk digire.

Bi wê re dibe endama Meclisa Leşkerî ya Herêma Efrînê.

Silava bersiva êrişên komên çete yên 22’yê Gulana 2013’an li ser gundên Aqîba û Basilê yên Şêrawayê da.

Şervana YPJ’ê Silava tevî 4 hevalên xwe 29`ê Gulana 2013`an gihaştin asta şehadetê, piştre bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsê ya li Efrînê hate veşartin.

Hema piştî wê bi rojekê ango 28’ê Gulanê jî rêhevala wê Bêrîvan di heman berxwedanê de şehîd ket.

Bêrîvan Qelender bi nasnav Bêrîvan Nûcan, navê xwe ji şehîd Bêrîvan ango Binefş Agal digre.

1988’an li bajarê Efrînê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de, mezin dibe.

Bêrîvan 2012’an tevli YXG’ê ku bingeha YPG’ê bû, dibe û bi avabûna YPJ’ê re jî cihê xwe di nava refên wê de digire.

Bêrîvan 2011 û 2013’an, 3 dewreyên perwerdê yên leşkerî dibîne.

Her wiha beşdarî dewreyên fermandariyê dibe.

Li ser kesayeta şehîd Bêrîvan, xwişka wê Şaristan

Piştî ku perwerdeya leşkerî bi dawî dike, cihê xwe di eniyên pêş ên li dijî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û yên dintir de digire, her wiha beşdarî gelek pêngavên li herêmên Cizîrê dibe.

Şervana YPJ’ê Bêrîvan, di berxwedana li gundê Basilê de cih digire û 29`ê Gulana 2013`an digihêje asta şihadetê.

Silava û Bêrîvan her du, jinên şoreşgerî jî di oxira parastina xak û rûmetê de jî bûn şehîdên yekemîn ên YPJ’ê.

Piştî şehadeta wan asta têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ên di nava YPJ’ê de bilintir bû û bi israr têkoşîna xwe dewam kir.

Back to top button