Şêniyên Şengal: Li şûna veguhestina van malbatan jinên Êzidî rizgar bikin

24’ê Gulanê 100 malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê radestî Hikûmeta Iraqê hatibûn kirin.
Hikûmeta Iraqê jî ev malbat di ser Şengalê re derbaskirin û li Kampa Cedaa ya li başûrê Parêzgeha Nînewa bicîh kirin.
Şêniyên Şengalê jî, li dijî veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin û gotin:
Li şûna veguhestina van malbatan, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî bixebitin.

Şêniyên Şengalê bi armanca şermezarkirina veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo herêma Musilê, li ber avahiya Dadgeha Bajaroka Sinunê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Çeteyan dayîk û xwîşkên me dîl girtin û li bazaran firotîn.

Îro jî hikûmet, malbatên van çeteyan di ser axa me re derbasî Mûsilê dikin.

Bêyî, lêkolîn bê kirin ka di nava wan malbatan de keç, jin û zarokên Êzidiyan hene yan na, ev veguhestin tê kirin.

Ev tişta ku hikûmet beramberî me dike, ne rewa ye.

Pêwîste her kes li hemberî nêzîkahiya hikûmetê xwedî helweste be.

Back to top button