Nîjerê şêwirmendê Fransî serbest berda

Li Nîjerê, daxwazên Fransa kêm jî be pêk tên.
Cûnta leşkerî ya Nîjerê, karsazê Fransî û şêwirmendê balyozxaneyê Jullien serbest berda.

Karsazê Stephane Jullien yê demek dirêj li Nîjerê dima, di heman demê de wekî şêwirmendê balyozxaneya fransî jî kar kir ku berjewendîyên fransî li wî welatî temsîl dike.

Wezareta Karê Derve ya Fransayê ragihand ku welatiyê Fransî yê ku piştî derbeya li Nîjerê hatibû binçavkirin û wek şêwirmend kar dikir, serbest hat berdan.

Berdevkê wezaretê got,

“Fransa serbestberdana Stephane Jullien pêşwazî dike.”

Jullien, karsazek ​​ku demek dirêj li Nîjerê dijî, di heman demê de li balyozxaneya Frensî ku nûnertiya berjewendîyên Fransa li wî welatî dike, rola şêwirmendiyê jî girt.

Dema ku têkiliyên di navbera Fransa û Nîjer ya piştî darbeyê de xera bû, Jullian di 8’ê Îlonê de hate girtin.

Fransa di destpêka hefteyê de ragihandibû ku Jullien hatiye binçavkirin û banga “demildest serbestberdana wî” kir.

Parîs, ku di çarçoveya şerekî mezin ê li dijî cîhadîstan li Sahelê de, nêzî 1500 leşker li Nîjerê bi cih kir, li kêleka Serok Mihemed Bazûm yê bi darbeyê ji erk hatî girtin bû.

Her wiha Fransa di nenaskirina darbekaran de israr kir.

Çavkaniyekî Wezareta Parastinê ya Fransayê hefteya borî ji AFP’ê re axivî û got;

Artêşa Fransa bi artêşa Nîjerê re li ser vekişandina “hêmanên” xwe ji welêt di nava danûstandinan de ye.

Li Nîjerê darbeya leşkerî

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Nîjer di daxwaza derketina hêzên Fransa ji welat de bi israr e

Back to top button