Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi peyamekê ji ber şehadeta 9 şervanên QSD’ê, sersaxî ji hêzên QSD, YPJ û Yekîneyên Antî Terorê re xwest.
KNK di peyamê de hevxemiya xwe ya ji ber şehadeta 9 şervanên QSD’ê, diyar kir û got:
“Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de gelek şervan û fermandarê xwe feda kirin.
Ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerê dijwar kir.
Li ser navê cîhanê şerê rêxistina terorîst a herî bi hêz kir ku gef li ewlehî û aramiya li seranserê herêmê û cîhanê dixwar.
Em weke Konseya Rêveber a KNK’ê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.
Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina nirxên pîroz.”