Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawî de 12 kes bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenidrustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku 12 kesên ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan e 8 mêr û 4 jin in.
Mustefa destnîşan kir ku 58 kesên bi coronayê ketine ji wan 37 mêr û 21 jin in û 16 kesên nexweş jî baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişte 16 hezar û 466 kesan, 657 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 697 kes jî baş bûne.