Desteya Tenduristê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 270 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Ciwan Mistefa ji ANHA’yê re axivî û got:
“Kesên jiyana xwe ji dest dane ji bajarên Hesekê, Til Temirê, Qamişloyê, Dêrikê û Dêrazorê ne.
Ciwan Mistefa ragihand ku 13 kes ji koronayê baş bûne.
Her wiha Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Ciwan Mistefa ragihand ku hejmara pêkhateyên bi vîrûsa koronayê ketine 25 hezar kes derbas kiriye.