Ji mala Trump herî kêm 700 belgeyên veşartî hatine derxistin

Mala Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bûye navenda belgeyên veşartî.
Arşîva Neteweyî ya Amerîkayê ragihand ku herî kêm 700 rûpelên “belgeyên veşartî” ji mala Tump a li Florida radestî wan hatine kirin.
Ev belge jî di meha Îileyê de hatine radeskirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Arşîva Netewî de wiha hat gotin:

Di meha Çileyê de, Trump ji mala xwe ya li Florida 15 sindoq belge radestî cihê parastinê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nav van belgeyan de herî kêm 700 rûpel “belgeyên veşartî” hene.

Ji ber ku ev daxuyaniya Arşîva Neteweyî piştî êrîşa FBI ya li ser mala Trump a Florîda hat kirin.

Ajanên FBI sibeha 8’ê Tebaxê li mala Mar-a-Lago ya Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump li Floridayê lêgerîn kirin.

Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got,

“Ji bo gelê me demeke tarî ye.

Berê tiştekî wiha nehatibû serê serokê Amerîkayê.”

Bi îfadeya xwe re bertek nîşanî serdegirtinê dabû.

Di lêgerîna ku 40 endamên FBI 9 saetan dom kir de gelek belge ji mala Trump hatibûn derxistin.

Back to top button